Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Îran li Tengava Hurmizê tetbîqata leşkerî pêk anî

Mûhafizên Şoreşê yên Artîşa Komara Îslamî ya Îranê beriya hevdîtina bi DYE’yê re ya li Cenevre, li Tengava Hurmizê tetbîqateke leşkerî pêk anî.

Di nûçeya ku roja Duşemê ji aliyê televîzyona dewletê ya Îranê ve hat weşandin de, tu agahî li ser dema tetbîqatê nehat dayîn.

Rayedaran ragihandin ku armanca tetbîqatan amadekirina Mûhafizên Şoreşê ji bo "gefên ewlehî û leşkerî yên muhtemel" e ku dibe li Tengava Hurmizê rû bide.

Di demeke ku DYE’ê li herêma Kendavê hêzeke deryayî ya xurt bi cih dike de, pêk hatina vê tetbîqatê bal kişand.

Îran beriya niha jî ji bo girtina Tengava Hurmizê ku nêzîkî ji sedî 20 ji hilberîna petrolê ya cîhanê tê derbaskirin û xwedî ciheke stratejîk e gefa girtina wê dabû.